Tom Barrack li Bexdayê ye
Tom Barrack ê gihîşte Bexdaya patyextê Iraqê wê li gel rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.
Tom Barrack ê gihîşte Bexdaya patyextê Iraqê wê li gel rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.
Nûnerê Taybet yê Iraq û Sûriyeyê yê DYE’yê Tom Barrack li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê ji bo ragihandina piştevaniya Serokê DYE’yê Donald Trump a ji hikûmeta Iraqê re li gel Serokwezîrê Iraqê Ali Zeydî re civînekê li dar bixe.
Barrack destnîşan kir ku ew ê di hevdîtina berbehs de ji bo xêzkirina nexşerêyeke xurt û mayînde ya têkiliyên di navbera her du welatan de li ser hevkariya stratejîk ya di navbera Iraq û DYE’yê de bisekinin.
Tê plankirin ku Tom Barrack piştî civînên xwe yên li Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên Herêma Kurdistanê û hin serokên partiyên siyasî re bicive. Tê gotin ku Barrack wê li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û berpirsên ENKS’ê re jî bicive.